
COSMO Kurdî
- Épisodes
- 199
- Parution
- hebdomadaire
- Dernier épisode
- 20 Nov 2026
À propos du podcast
COSMO Kurdî, la voix et la couleur des Kurdes d'Allemagne. Des informations et analyses sur des sujets concernant l'Allemagne et les quatre parties du Kurdistan, avec la participation d'experts et d'autres invités dans notre programme.
Wir sind deine vielfältige, kurdische Stimme in Deutschland. Objektive Berichterstattung aus deutsch-kurdischer Perspektive über kurdisches Leben in Deutschland sind bei uns.
Épisodes 199
Gelo Başûr dîsa dibe du beş?
Du sal piştî hilbijartinan parlamentoya Kurdistan'ê di 4'ê mehê de kom bû. Herçend Yekîtî kombûn boykot kir jî, PDK'ê dikarî bi transferan pirraniya hewce bi dest bixe. Serokê Yekîtî Bafil Talabanî gef li …
Notes de l’épisode
Du sal piştî hilbijartinan parlamentoya Kurdistan'ê di 4'ê mehê de kom bû. Herçend Yekîtî kombûn boykot kir jî, PDK'ê dikarî bi transferan pirraniya hewce bi dest bixe. Serokê Yekîtî Bafil Talabanî gef li Hewlêrê xwar, ku heger bê wan hikûmetek were ava kirin ewê li Silêmanî jî heman tiştî bikin. Gelo emê vegerin salên 90'î? Gelo xetera pevçûneke çekdarî heye? Sedemên vê nakokiyê çi ne. Ji malpera Amargi, rojnameger Rênwar Najm dibersivîne.Xwepêşandanên Gen Z
Piştî ku xwepêşandanên li Fransayê hatin lidarxistin, koma bi navê "Gen Z Regelt" banga xwepêşandanan li 34 bajarên Almanyayê kir. Xwepêşandêr daxwaza başkirina perwerdeyê, kêmkirina lêçûnên jiyanê û têkoşîna …
Notes de l’épisode
Piştî ku xwepêşandanên li Fransayê hatin lidarxistin, koma bi navê "Gen Z Regelt" banga xwepêşandanan li 34 bajarên Almanyayê kir. Xwepêşandêr daxwaza başkirina perwerdeyê, kêmkirina lêçûnên jiyanê û têkoşîna li dijî leşkeriya mecbûrî dikin.Mêvantiya 65 salan
65 sal berê, di 30'ê Cotmeha 1961'ê de di navbera Almanya Rojava û Tirkiye'yê de peymana îstixdamê hat îmze kirin. Dora milyonek kes wekî karkerên mêvan hatin Almanya'yê. Em jî bi boneya 65'emîn a vê peymanê li …
Notes de l’épisode
65 sal berê, di 30'ê Cotmeha 1961'ê de di navbera Almanya Rojava û Tirkiye'yê de peymana îstixdamê hat îmze kirin. Dora milyonek kes wekî karkerên mêvan hatin Almanya'yê. Em jî bi boneya 65'emîn a vê peymanê li ser wan Kurdan hûr dibin, ku wekî karkerên mêvan hatine Almanya'yê. Yek ji wan Hecî Latîf e, ku di 1967'an de ji Serhed'ê, ji bajarê Erziromê hatiye Almanya'yê. Hecî ji me re behsa serpêhatiya xwe ya dora 60 salan dike.Betalkirina penaberiya xelkê Sûrî
Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a …
Notes de l’épisode
Daîreya Federal a Koçberî û Penaberan a Almanyayê (BAMF), dest bi betalkirina statuya parastinê û mafê penaberiyê yê hejmareke mezin a welatiyên Sûriyeyê kir. Dr. Kamal Sido, berpirsê beşa Rojhilata Navîn a Komeleya Gelên Di Bin Metirsiyê de, rewşa niha ya Sûriyeyê, mafên hindikahiyan û pêvajoya demokratîk a li welêt dinirxîne.Li Hisîça'yê çi diqewime?
Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn …
Notes de l’épisode
Ji destpêka meha Cotmehê ve li nav bajarê Hesekê aloziyek heye, ku hin komên Ereban li dij desthilatdariya herêmî radibin û daxwaz dikin, ku hikûmeta Şamê li herêmê serwer be. Xwepêşandan bi lez veguherîn bûyerên şîddetê û êrîşên li dij Kurdan. Rayedar banga aramiyê dikin û xwepêşandan wekî provokasyon bi nav dikin lê belê li cem Kurdan tirs û fikar hene. Rojnameger Roj Mûsa bûyerên vê dawiyê yên li Hesekê û paşxaneya wan şîrove dike.Vekişîna Amerîkayê ji Iraqê
Vekişîna hêzên Amerîkî û Koalîsyona Navnetewî ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku tê plankirin heta 30ê Îlona 2026an bê temamkirin, guherîneke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye. Têkildarî vê mijarê, em jî li ser …
Notes de l’épisode
Vekişîna hêzên Amerîkî û Koalîsyona Navnetewî ya ji Iraq û Herêma Kurdistanê, ku tê plankirin heta 30ê Îlona 2026an bê temamkirin, guherîneke mezin a jeopolîtîk û leşkerî ye. Têkildarî vê mijarê, em jî li ser potansiyela guherînê û hêviyan di vê geşedana dîrokî de, bi Doç. Dr. Kardo Rashid ji Silêmaniyê, û rojnamevan Newroz Sinjar ji Hewlêrê re nîqaş dikin. Hin agahiyên zêdetir li ser vê mijarê dê di beşa din a vê podkastê de bin.Yekkirina Hêzên Pêşmerge
Di 10'ê Îlonê de Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin hêzên Pêşmerge bi dawî bûye. Yekbûn dilê Kurdan xweş dike lê belê fikar jî hene, ka ev yekbûna vê …
Notes de l’épisode
Di 10'ê Îlonê de Wezîrê Pêşmergeyan yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Şoriş Îsmaîl ragihand ku pêvajoya yekkirin hêzên Pêşmerge bi dawî bûye. Yekbûn dilê Kurdan xweş dike lê belê fikar jî hene, ka ev yekbûna vê dawiyê ewê yekbûneke rasteqîn be yan partîbazî ewê dîsa bibe asteng li pêşiya berjewendiyên netewî yên Kurdan. Ji Zanîngeha Birmingham'ê huqûqnas Dr. Hoshman Ismail rave dike.Rojava: HSD'ê xwe fesix kir
Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di …
Notes de l’épisode
Di warê cih bi cih kirina rêkeftina 29'ê Çile de entegrasyona dezgeh û hêzên rêveberiya xweser a di nav dewleta Sûrî de bi dawî hat. Di vê çarçoveyê de Hêzên Sûriya Demokratîk jî xwe fesix kir. Werçerxanek di dîroka Rojavayê Kurdistanê de. Ji rêxistina civaka sivîl PÊL Ferhad Ehmê biryara fesixkirina HSD'ê û parastina destkeftên Kurdan a li Sûrî dinirxîne.Dîwana Goethe êdî bi Kurdî ye
Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu …
Notes de l’épisode
Dr. Abdullah Încekan Dîwana Xerb-Şerqî ya helbestvanê mezin Goethe wergerand û ji weşanxaneya Nûbihar’ê çap kir. Dîwana Şerqî-Xerbî heta roja me ya îroyîn wekî manîfestoya dîaloga di navbera çandan de, li hevdu rêzgirtin û zihnîyeta vekirî tê dîtin. Emê jî bi birêz Abdullah Incekan re li ser wergera Kurmancî ya Dîwana Goethe û serpêhatiya wî ya wergerê de bipeyivin. Em herweha jê dipirsin zêdeyî 200 sal piştî çapkirina pêşîn a Dîwanê, Goethe dixwaze gelên ji çandên cihê re çi bêje.Salvegera Koça Dawî ya Aram Tîgran
Nivîskar Kakşar Oremar, di 17'emîn salvegera koça wî ya dawî de hunermendê mezin Aram Tîgran bi pîrtûkeke jînenîgariyê bi bîr tîne.
Berlîn: Yekem Dibistana Almanî-Kurdî
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî …
Notes de l’épisode
Yekîtiya Malbatên ji Kurdistanê li Almanyayê - Yekmal plan dike ku ji bo sala xwendinê ya 2027/28an Dibistana Seretayî ya Riza Baran a duzimanî veke. Dibistan ewê bibe yekem dibistana seretayî ya Almanî-Kurdî ya li Almanyayê. Rêvebera giştî ya YEKMAL’ê birêz Günay Darici pêvajoya dameziranda vê dibistanê û plansaziyên xwe yên sibê rojê rave dike.Perwerdehiya Mamosteyên Zimanê Kurdî
Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan …
Notes de l’épisode
Li Almanya’yê li 7 eyaletan derfet heye, ku zarok di dibistanên dewletî de zimanê Kurdî wekî dersa zimanê dayîkê bixwînin. Herçend li Almanya’yê zêdeyî milyonek û 300 hezar Kurd dijîn jî zarokên ku diçin wan dersan gelek kêm e. Yek ji sedeman jî ew e, ku mamoste têrê nakin. Yekmal Akademî jî da ku vê valahiyê dagire bernameyeke perwerdekirina mamoste û dersdarên Kurdî Kurmancî li dar dixe. Ji Yekmal a Bremen’ê bi Dr. Münevver Azizoğlu-Bazan vê perwerdehiyê, mufredat û meşandina wê rave dike.Li Enqere'yê civîna NATO'yê
Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî …
Notes de l’épisode
Civîna bilind a NATO’yê li Enqere’yê bi rê ve çû. Rûsya wekî neyarê sereke hat dubare kirin, navê Çîn'ê derbas nebû. Civîn piştî tengezariyên di navbera Amerîka û welatên Ewropî de pêk hat ku Ewropiyan piştgirî nedabûn şerê Îran’ê. Trump dostaniya xwe ya digel Erdoğan çendîn car bin xêz kir û got ewê him motorên nû bifroşin Tirkiye’yê û him jî firokeyên Tirkiye’yê nûjen bikin. Di civînê de demokrasî, deshilatdariya huqûqê yan mafên mirovan nehatin rojevê. Dr. Kemal Sido rave dike.Li Ewropa'yê pêla germê
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê …
Notes de l’épisode
Bilindbûna germahiyê û karesatên jîngehî yên çend rojên dawî bi zelalî nîşan didin ku mirovahî divê bi lez li dijî têkçûna jîngehê tevbigere. Pispora jîngehpareziyê Dr. Mediha Sofî li ser bandorên vê pirsgirêkê û awayê helwesta li hember wê rave dike.Kurdên Xorasan'ê
Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa …
Notes de l’épisode
Kurdên Îran’ê vê dawiyê ji ber şerê li Îran’ê gelek di rojevê de ne. Lê hin ji wan Kurdan gelek dûrî Kurdistan’ê ne û pirr nayên nas kirin. Kurdên Xorasan’ê. Mehdî Caferzade bixwe xelkê Xorasan'ê ye û behsa dîrok, çand û civaka Kurdî dike.Gelo Çarçove-Qanûn derdikeve?
Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê …
Notes de l’épisode
Komîsyona parlamenterî ya pêvajoya çareseriyê di rapora xwe de çarçove qanûnek pêşniyar kiribû, ku çav lê ye vê mehê were pêşiya Meclîsê. Lê belê nayê zanîn, ka ev qanûn dikare bibe bersiva bendewariyên aliyê Kurdî. Pisporê zanistên siyasî Sinan Önal şîrove dike.Danûstandinên Îran û Amerîkayê
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi …
Notes de l’épisode
Dewletên Yekbûyî yên Amerîka'yê bi êrîşên xwe zirareke mezin a leşkerî da Komara Îslamî ya Îran'ê lê nikaribû bigihîje hedefên xwe yên stratejîk. Çavdêrê siyasî Behroz Ensari û partiya Komala Aram Mudaresi birêveçûna vî şerî û karîgeriyên wî yên ser Rojhilatê Kurdistan'ê rave dikin.Hilbijartinên Rojavayê Kurdistan'ê
Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî …
Notes de l’épisode
Di 24’ê mehê de li Rojavayê Kurdistan’ê hilbijartin pêk hatin. PYD û partiyên pê re ji ber neheqiya hejmara kursiyan hilbijartin boykot kirin, partiyên ENKS’ê dîsa jî ketin hilbijartinan. Di encamê de tevî Efrîn û Şehba’yê hejmara parlamenterên Kurd gihaş 9 kesan. Hevdem serbestberdana dîlên HSD’ê û vegera xelkê Efrîn’ê jî berdewam dike. Rojnameger Roj Mûsa hilbijartin û vegera xelkê Efrîn’ê rave dike.Hikûmeta nû ya Iraqê
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê …
Notes de l’épisode
Parlamentoya Iraqê di 14’ê Gulanê de raya pêbaweriyê da kabîneya Elî Zeydî, lê hukûmetek ku tenê 14 wezîr derbas bûn û 9 wezaret nehatin erê kirin. Ji Başûrê Kurdistan’ê ji Silêmanî rojnamevan û şarezayê mijarên siyasî û ewlehiyê Newroz Sinjar rave dike.110 Sal Rêkeftina Sykes-Picot
Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de …
Notes de l’épisode
Peymana nepenî ya Sykes-Picot, ku Rojhilatê Navîn li gor berjewendiyên Brîtanyan û Fransa par ve dikir, 110 sal berê, di 16’ê Gulana 1916’an hat îmze kirin. Ev peyman piştî zêdeyî sedsalê hîna jî di rojevê de ye. Em jî bi Prof. Hamit Bozarslan re li ser vê peymanê û karîgeriyên wê yên roja me ya îroyîn dipeyivin.Gelo pêvajoya çareseriyê xitimî?
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi …
Notes de l’épisode
Ji destpêka pêvajoyê ve 18 meh buhurîn. Herdu alî li ser navê wê jî nehevbîr in. Ji bo hikûmetê pêvajoya Tirkiyeya bê teror, ji bo Kurdan pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk. Herweha herdu alî hevdu bi derengxistina pêvajoyê tawan dike. Dewlet dibêje çekdanîn bi giştî pêk nehatiye, aliyê Kurdî dibêje bê garantiyên qanûnî ew gav naçe serî. Herweha nîqaşên hilbijartinên pêşwext û rûdanên herêmî jî hene. Ji Amedê, ji Zanîngeha Dîcleyê ji Fakulteya Huqûqê bi Doç. Dr. Vahap Coşkun şîrove dike.Şerê Îranê: Buhabûna jiyanê ya li Almanyayê
Ji ber şerê Îranê bazarên enerjiyê, zincîreyên dabînkirinê û barkêşiya navneteweyî bi awayekî berbiçav bandor bûne.
Voici les 40 derniers épisodes sur 199. Les épisodes plus anciens se trouvent dans le flux du podcast.
De la station de radio
Podcasts similaires
Plus de podcasts : Culture et société







C’est votre podcast ?
Confirmez-le avec une entrée dans votre flux : vous recevez ici un code, vous l’ajoutez comme podcast:txt dans le canal de votre flux, et nous le vérifions. Votre podcast apparaît ensuite comme « vérifié » sur SoundNode.
